PeyamaKurd – Li bajarê İzmirê li navça Seferihisarê li taxa an gundê Doğanbeyê Osman Güntaş (70) ê ku li ber mala xwe ketibû xewê, ket ber êrîşa hirçekî û Güntaş birin nexweşxanê. Osman Güntaş li nexweşxanê can da. Piştî rûdanê li herêmê dest bi lêkolînan kirin.
Osman Güntaş li xaniyê xwe li balkona qata yekê radiza û hirçekî êrîşê wî kir. Hirçê ew 20 metre li erdê kaş kir û giran birîndar kir.
Li ser êrîşê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn ciyê rûdanê, Birîndar birin nexweşxana dewletê ya Seferihisarê û ji wê derê jî birin nexweşxana zankoya Dokuz Eylülê. Osman Güntaş ê di beşa hûrlênbêrînê de bû, vê sibê jiyana xwe ji dest da.