Li Sêwasê bi sedema îhtîmala êrîş bike ser dibistanê xwendevanekî girtin

Li Sêwasê bi sedema îhtîmala êrîş bike ser dibistanê xwendevanekî girtin

PeyamaKurd – Bi sedema di ser medya civakî dê hat gotin ku wê li bajarê Sêwasê êrîş bikin ser dibistanekî, hêzên asayîşê bi fermana serdozger xortê bi navê E.A. (14) ku xwendevane, xistin bin çav. Xwendevan di pola 10an de ye.

Di xebata serdozgeriya bajarê Sêwasê de, di ser medya civakî de, di kanala sohbetê de, kesê bi navê kod 'Bufalo58' tê de cîh digre, gotiye: “Sibê, li Sêwasê hun dê xeberekî nûh bibîzin.”

Dema ev hat tesbîtkirin, hêzên asayîşa Sêwasê xebat kirin û tesbît kirin ku bikarênerê hesab xortê bi navê E.A. ye û xwendevanê pola 10a ye. Gumanbar di mala xwe de hat desteserkirin.

Parêzgeha Sêwasê mijarê ragihand ku û got ku tenê guh bidin daxwuyaniyên fermî yên parêzgehê ji ber di ser medyayê de gelek agahiyên nerast digerin.