PeyamaKurd - Rojnamvan û şîrovekarê siyasî yê DYAê Tucker Carlson îdîa kir ku rêveberiya Donald Trump dikare di rojên pêş de biryara êrişeke nukleerî li ser binesaziyên Îranê bide.
Carlson li ser hesabê xwe yê "X"ê diyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu zexteke giran li Trump dike da ku çekên nukleerî li dijî tesîsa binerdî ya li Çiyayê Kolengê (Pickaxe Mountain) bên bikaranîn.
Li gorî gotina wî, ev tesîs li bin 91 metre tebeqeya granîtê de ye û çekên konvansyonel têrê nakin, lê belê ev îdîa ji aliyê çavkaniyên serbixwe û karbidestên DYAê ve nehatine piştrastkirin.
Di berdewama daxuyaniyên xwe de, Carlson destnîşan kir ku di navbera karbidestên mezin ên Amerîkayê de nakokî hene; Cîgirê Serok JD Vance û nûner Steve Witkoff alîgirê çareseriya dîplomatîk in, lê Wezîrê Parastinê Pete Hegseth û Wezîrê Derve Marco Rubio rêya leşkerî diparêzin.
Wî bal kişand ku êrişeke wisa ya nukleerî dikare bibe sedema karesateke jîngehê li Kendavê û metirsiya şerekî giştî yê nukleerî li cîhanê zêde bike, û roja 7ê Mijdarê wekî dîrokeke krîtîk ji bo biryara Trump nîşan da.