Washington: Îran li nêzîk dikare bombeya atomî çêke

Washington: Îran li nêzîk dikare bombeya atomî çêke

PeyamaKurd - Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Cirîs Rayt li Senayê eşkere kir ku bernameya atomî ya Komara Îslamî ya Îranê gihîştiye qonaxeke zêde metirsîdar.

Li gorî zanyariyên Rayt, Tehran niha xwediyê tonek ûranyûma meyandî ya bi rêjeya %60 e û ji aliyê teknîkî ve tenê çend hefteyek maye ku bigihîje asta %90 a ji bo çêkirina çekên atomî pêwîst e.

Hat diyarkirin ku stokên heyî yên Îranê bi tevahî 11 ton ûranyûma di astên cuda de ye û têra berhemanîna nêzîkî 11 bombeyên atomî dikin.