Demirtas daxwazekê ji dengderan kir

Demirtas daxwazekê ji dengderan kir

PeyamaKurd - Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş bang ji welatiyên bakurê Kurdistanê û Tirkîyê dike ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.

Demirtaş bi rêya parêzerên xwe derbarê hilbijartinê da li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanîyek da û daxwaz ji gelê bakurê Kurdistanê û Tirkîyê kir ku biçin ser sindoqan, dengê xwe bikar bînin, dengê xwe bidin HDPê û xwedî li sandoqan derkevin.

Proseya dengdanê li bakurê Kurdistanê û Tirkîyê îro saet 8.00an destpê kir. Nêzîkî 57 milyon kes ji bo hilbijartina rêveberên herêmî yên ku dê 5 salan li ser kar bimînin dengê xwe bi kar tîne.

 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin