Demirtas: Erdogan dizane ku ez ê wî daxim!

Demirtas: Erdogan dizane ku ez ê wî daxim!

PeyamaKurd- Namzetê HDPê yê Serokomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş ji rojnameya Fransî Le Mondeyê re nivîsek nivîsand ku got ku Erdogan dizane ku ez ê îqtîdara wan bi dawî bikim.

Selahattin Demirtaş di girtîgeha Edirnê de ji rojnameya Le Mondeyê re nivîsek nivîsand û daxuyaniyên girîng dan. Di nivîsa xwe de Demirtaş wiha got: “Ez vê nivîsê li Girtîgeha Edirnê dinivîsim. Berî niha bi salek û 8 mehan, rojekê nîvê şevê li paytexta herêma Kurdistanê ya li Tirkiyê, li Diyarbekirê; ez hatim girtin û ez anîme vê derê. Ez niha bi qasî hezar 700 km.yî ji malbata xwe û ji welatê xwe dûr im. Hilbijartinên li pêşiya me, ji bo Tirkiyê pir girîng in. An Tirkiye wê demokrasiyê hilbijêre an jî dîktatoriyê. Îqtîdar dizane ku ez dikarim wan ji îqtîdarê daxim. Lê belê encamên hilbijartinê çawa bibin jî, em ê têkoşîna edalet, demokrasî û aşitiyê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin