Peyamakurd - Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku ji 4ê Mijdara 2016an ve girtî ye û niha li girtîgeha Edîrne ya tîpa F dimîne, ji ber axaftinên xwe yên siyasî yên berê îro 14ê Mijdarê li Stenbolê derdikeve pêşberî dadgehê.
Hat zanîn ku dê Demirtaş ji ber çend axaftinên xwe yên sala 2015an were darizandin.
Doza Demirtaş li dadgeha Stenbolê ya Çaglayanê îro birêve diçe û Demirtaş jî bi rêya SEGBİS Platforma Dengî û Dîmenî ji girtîgehê beşdarî danişîna xwe dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin