PeyamaKurd - Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş bi rêya hesabê xwe yê twitterê li ser tohmetên ser xwe ku tê dadgehkirin û li Girtîgeha Edirneyê girtî dimîne daxuyanî dan û car din destnîşan kir ku hikûmeta Tirkiyê wan wekî rehîneyên siyasî di girtîgehan de dihêle.
Demirtaş îdiayên dadgehê yên tohmet û tawanbariyên lê têne kirin rave kirin û got ku hemû jî ji rastiyan dûr in û dozgerê ku doznameya girtina wî li sala 2009an amade kiriye Ugur Ozcan jî ji FETOyê hatiye girtin.
Demîrtaş wiha got: “Lê Dozger Ugur Ozcan piştî darbeya leşkerî ya sala 2016ê, bi tohmeta endametiya Tevgera Gulen hatiye cezakirin û niha di zîndanê de ye.”
Selahaddin Demirtaş wan 5 xalên tohmeta Dozger Ugur Ozcan ji raya giştî re şîrove dike û dibêje, wî di Dadgehê de ev xal hemû tekezkirî ye ku ji rastiyan dûr in.
ÎDIA 1: “KCKê di sala 2009ê ji wî re nameyek birê kiribû û jê xwestiye ku di parlamenê de Kurdî bixwîne.” Lê çi name wî wernegirtine û tekeziya wan jî, derket derew e. Di wê rojê de, birêz Ehmed Turk di parlamenê de bi Kurdî axaftinek kiribû. Paşê jî Dozgerê tohmet şandibû parlamenê, Ugur Ozcan bû.
ÎDIA 2: Tê îddiakirin ku nameyek PKKê ku ji malbateke Elezizê re şandiye, ji aliyê wî û Gultek Kişanak ve hatiye radestkirin. Lê paşê dadgehê tekez kir ku ev name ne PKKê birê kiriye, belkû ji kompûtêra Abdullah Demirtaş ve hatiye nivîsandin û çi pêwendî bi PKKê re nebûye.
ÎDIA 3: Ew bi axaftinên bi riya telefonan bi PKKê re hatine kirin tê tawambar kirin. Ev kesên di dosyê de wek axaftinên PKKê hatine nîşandan, rêveber û kadroyên HDPê derketine, ev tomet jî ji aliyê Dozgerê Tevgera Gulen Ugur Ozcan ve hatiye amadekirin.
ÎDIA 4: Ez bi beşdarîya Kongreya Civaka Demokratîk ve têm tawambar kirin. Lê ligel min Parlamenterê AK Partiyêê Galip Ensarioglu û Yasin Aktay jî beşdar bûn. Ev rêxistin fermî ye û di nav arşîva partiyên vexwendî ji bo destûra nû jî, hatiye tomarkirin.
ÎDIA 5: Konferansa Ewropa ye ku wî bi Nûnerê HDPê Faik Hoca re bi telefonê axiviye. Faik Hoca jî wek nûnerê KCK tê tometbarkirin. Mewlud Cavuşoglu Faik Hoca baş nas dike û di Konseya Ewropa de hev dîtine.
Demîrtaş dide zanîn ku çend twitterên sexte ku min li gel Murad Karayilan axifiye hatine amadekirin, ew jî bi belge tespit bûye ku çi rastiya wan nîn e. Çûna wî ya Qendilê jî bi agahiya Hikûmetê û Serokomarê dema pêvajoya aştiyê çûye.
Hevserokê berê yê HDPê dibêje: Axaftinên wî yên di parlamenê de çi bûne, yên derveyî parlamenê jî heman nêrîn in û li gorî Destûra Bingehîn ya Tirkiyê di xala (83) benda (4) ew ne tawan e.
Demîrtaş got: “Dadgeha Mafê mirovan ya Ewropa biryar ser doza min daye ku pêwist e serbest bê berdan, ji ber ku çi tewanek terorî encam nedaye. Nêrîn û hizir jî, li gor peymanên Ewropa yên Tirkiyê li ser îmze kirine, asayî ye.”
Demirtaş di rêzetwîtên xwe de bi berfirehî hemû îdiayên pê tê tawanbarkirin rave kirin û got, me ji bo aştî û demokrasiyê gelekî fedekarî kiriye û ligel hemû îftira û derewan jî heta aştî û demokrasî ser bikeve emê têbikoşin.
28- Üç yıla yakındır ben ve milletvekili arkadaşlarım benzer kumpaslarla hücrelerde tutuluyoruz. Adaleti bir gün mutlaka bulacağımıza inanıyoruz. Bunu siyasallaşmış yargıya değil, halkımıza güvenerek, inanarak söylüyorum.
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) July 8, 2019
Hevserokê berê yê HDP Selahattîn Demîrtaş ji 4ê Mijdara sala 2016an ve di zindanê de ye ku di darizandinên heta niha de, tenê ji axaftineke wî ya Newroza 2014an cezayê 4 sal û 8 meh li ser hatiye sepandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin