Dengê teqînan ji paytexta Venezuelayê tê bihîstin

Dîroka Weşanê :
Dengê teqînan ji paytexta Venezuelayê tê bihîstin

PeyamaKurd – Li Caracasê ya paytexta Venezuelayê, şeva borî bi dengê teqînên li pey hev niştecîhên bajêr bi tirs û xof şiyar bûn. Li gorî agahiyên ku ji şahidên rûdanê hatine wergirtin, li dora saet 02:00yan bi dema herêmî, herî kêm heft teqînên mezin li deverên cuda yên paytextê pêk hatin. Vê rewşê kir ku xelkê gelek taxan ji bo parastina jiyana xwe malên xwe biterikînin û herikîn ser kolanan. 

Li gel teqînan, tevgera neasayî ya li asîmanê bajêr jî bal kişand. Hat diyarkirin ku balafirên şer di asteke nizm de li ser serê niştecîhan firiyane, ku vê yekê gumanên li ser midaxeleya leşkerî an jî operasyoneke taybet ya Amerîkayê xurttir kirin. Li ser medyaya civakî gelek dîmen hatin parvekirin ku tê de dûman û şewata li hin herêmên stratejîk ên bajêr tê dîtin, lê belê heta niha rayedarên hikûmeta Venezuelayê bêdengiya xwe diparêzin û tu daxuyaniyek li ser sedem an jî zirara van teqînan nedane.