Îranê di protestoyan de li bajarê Kermanşahê 9 kesan xist bin çav

Dîroka Weşanê :
Îranê di protestoyan de li bajarê Kermanşahê 9 kesan xist bin çav

PeyamaKurd – Li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên li dijî bihabûna jiyanê dewam dikin. Li bajarê Kermanşanê hêzên asayîşa Îranê herî kêm 9 Kurdan xist bin çav. Kesên hatine girtin kes nizane birine ku derê û jimara girtiyan yên heya niha bû 29 kes.

Li gor ragihandiba Hengawê; hêzên hukumetê di 3 yê mehê de ji Îslamabadê Mesud Biniyaz û ji Kermanşahê Mazira Rostemî (21) xist binçav.

Îhsan Hayati, di 2yê mehê de li Kermanşahê ji taxa Wakil Axa girtiye. Di heman rojê de ji Harsinê 4 kesan girt ku ew jî Yusef Safari (22), Peyman Hosseini, Morteza ne. Aria Farhang, di 31.12. 2025 li taxca Newbaharê girtine.

Car din ji Kermanşahê Reza Darabi, di 30yê mehê de hatiye girtin.