Denmark, li ser rakirina biryara 30 salan, diçe referandûmê

Denmark, li ser rakirina biryara 30 salan, diçe referandûmê

PeyamaKurd-Denmark, tevî ku endamê Yekîtiya Ewropayê ye; yekane welat e ku tevlî hevkariya berevanî û polîtîkayên ewlehiyê nebûye. Hat ragihandin ku ji bo Denmark dest ji vê biryara xwe berde, îro diçe referandûmê.

Piştî şerê navbera Rûsya û Ukraynayê, Denmarkê jî biryar da ku wekî Swêd û Finlandiyayê, tevlî hevkariya berevaniyê û polîtîkayên ewlehiyê yên Yekîtiya Ewropayê bibe. Hat ragihandin ku ji bo şehra 30 sal berê hatiye danîn were rakirin, li Denmarkê îro referandûm tê kirin.

Rapirsiyên ku di derbarê referandûmê de hatine kirin nîşan didin ku xelkê Denmarkê ji bo têkiliyên nêzîktir ên berevaniya Ewropayê, erênî difikirin lê belê guman jî heye ku pêşeroja welêt a leşkerî, bikeve bin bandorên neyînî.

Tê payîn ku di referandûma bê kirin de ji %65ê 4.3 milyon dengdêran, dengên xwe ji bo hevkariya leşkerî ya Yekîtiya Ewropayê bi kar bînin.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin