PeyamaKurd - Dadgeha Temyîzê ya Parîsê biryara xwe ya dawî li ser karesata balafira Air France ya bi hejmara geştê "AF447" ku di 1ê Hezîrana 2009an de li Okyanûsa Atlasê ketibû û bûbû sedema mirina 228 kesan, eşkere kir.
Dadgehê piştî 17 salan, kompanyaya neteweyî ya hewayî Air France û kompaniya mezin a pîşesaziya hewavaniyê Airbus bi tawanbariya bûne sedema mirina mirovan sûcdar dît.
Li gorî biryara dadgehê, her du şirket jî neçar in ku ji bo her yek miriyan 225 hezar Euro cezayê pereyan bidin.
Ev doz ku piştî bendewariyeke dirêj di sala 2022yan de dest pê kiribû, di Nîsana 2023yan de bi beraatkirina her du kompanyayan bi dawî bûbû, lê li ser nerazîbûn û îtîraza dozgeran dosye çûbû dadgeha bilind û îro ev biryara nû hat dayîn.