Derbeya duyem li Tehranê: Îsraîlê Wezîrê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Xetîb kuşt

Derbeya duyem li Tehranê: Îsraîlê Wezîrê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Xetîb kuşt

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku Wezîrê Îstîxbarata Îranê Îsmaîl Xetîb di encama êrîşeke asmanî ya nîvê şevê de li Tehranê hatiye kuştin. Ev rûdan piştî kuştina Elî Larîcanî, di nava 24 saetan de wekî duyemîn derbeya herî giran a li ser lûtkeya dewleta Îranê tê nirxandin.

“Surprîzên mezin di rê de ne”

Yisrael Katz di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku tundiya êrîşên wan ên li ser Îranê her ku diçe zêde dibe. Katz îşaret bi qonaxeke nû ya şer kir û got:

Îro, surprîzên pir mezin têne hêvîkirin ku dê şerê me yê li dijî Îran û Hizbullahê hîn bêtir gurr bikin û hemû eniyan bigirin nav xwe. Em ê rêça vî şerî biguherînin.”

Ji bo artêşê “fermana kuştinê” ya berfireh 

Yek ji geşedanên herî krîtîk di daxuyaniya Katz de, desthilatên nû ne yên ku ji Artêşa Îsraîlê (IDF) re hatine dayîn. Katz eşkere kir ku li gorî biryara hevbeş a bi Serokwezîr Benjamîn Netanyahû re, qada çalakiya artêşê hatiye berfirehkirin. Li gorî vê biryarê, êdî IDF dikare “bêyî ku hewcedarî bi destûreke siyasî ya zêde hebe”, her rayedarê payebilind ê Îranî li her derê bike hedef û bikuje.

Di 24 saetan de du serkirde hatin kuştin 

Kuştina Wezîrê Îstîxbaratê Îsmaîl Xetîb, nîşan dide ku sîstema parastinê û îstîxbarata navxweyî ya Îranê rû bi rûyî herifîneke mezin maye. Duh jî Elî Larîcanî, ku wekî Serokê berê yê Parlamentoyê û şêwirmendê taybet ê Rêberê Bilind Elî Xamineyî dihat naskirin, di êrîşeke bi heman rengî de hatibû kuştin.

Îsraîl bi van operasyonan peyameke zelal dide Tehranê ku tu rayedarê îranî, heta li navenda paytextê jî, êdî ne di ewlehiyê de ye. Hat ragihandin ku sîstemên parastina hewayî yên Îranê di rawestandina van êrîşên taybet de bêbandor mane.