Di dewriyeya Rûs-Tirk de bombe hat teqandin

Di dewriyeya Rûs-Tirk de bombe hat teqandin

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê Îgor Konaşenkov, ragihand ku dema dewriyeya hevbeş a Rûs-Tirk li Idlibê, bombeyek bi wan de hatiye teqandin.

Konaşenkov got ku ti leşkerek birîndar nebûye, lê xisar gihîştiye wesayîteke zirpoşî ya rûsî.

Konaşenkov daye xuyakirin ku êrîşa bombeyî dema dewriyeya hevbeş a li ser rêya M4ê, li nêzîkî niştîngehên navbera Erîha û Urum el Coz rû daye.

Rayedarê Rûsî got ku piştre hemû hêzên Rûs-Tirk ên beşdarî dewriyê bûne vegeriyane xalên xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin