Di ereba dîplomatên Moxol de 70 kîlo eroyîn derket

Di ereba dîplomatên Moxol de 70 kîlo eroyîn derket

PeyamaKurd- Li ser rêya ku Almanya û Çekyayê bi hev ve girêdide, wezîfedarên gumrikê yên Bad Gottleubayê erebeyekî dan rawestandin û 2 kesên di erebê de gotin ku ew dîplomatin û kes nikare li ereba wan bigere. Ereba wan plaka Tirkiyê bûye û ew bi xwe xelkê Moxolîstanê ne.

Di kontrola wezîfedarên gumrikê de, di erebê de 70 kîlo eroyîn hat dîtin ku di bazarê de bihayê wê eroyînê dike 3 mîlyon Ewro. Her dû hemwelatiyên Moxolîstanê ji ber ku digotin ew dîplomatin, bi baregeha têkiliyên derve ya Berlînê re ketin nava têkiliyan lê li Almanya ti qeydiyeka wan tinebû.

Bûyer di medya Almanya de bi firehî ciyê xwe girt. Li gor ragihandina balyozxaneya Tirkiyê ya Berlînê; her dû kes dîplomatên Moxolîsyanê yên li Tirkiyê ne û lewra jimara erebeya wan ya Tirkiyê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin