Wêrekiyeka zêde: 42 kîlo eroyînê di sindoqa ereba xwe de dibir

Wêrekiyeka zêde: 42 kîlo eroyînê di sindoqa ereba xwe de dibir

PeyamaKurd- Li ser rêya bajarên Erzerom û Ezirganê polîsên narkotîkê yên bajarê Ezirganê, weka her carê kontrola rê û ya erebeyan dikir. Erebeyeka jimara (plaka) wê ya Almanya ji aliyê polîsan de hat rawestandin û lêgerîna wê kirin. Di encamê de, di sindoqa erebê de 42 kîlo û nîv erojîn hat girtin. Lêgerîna erebê bi se (kûçik) hat kirin.

Kesê ku erebê dajot û xwediyê erebê bû, yê bi navê T.N. yê 34 salî hemwelatiyê Almanya û yê Yûnansitanê ye. Xwediyê erebê û hem ajotvan piştî îfadeyên wî hatin sitendin, hat şandin bo dadgehê û bi xala “bazirganiya maddeya hişber û neqilkirina maddeya hişber” dê bê darizandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin