PeyamaKurd – Di êrîşa Îsraîlê ya ser Şerîda Xezzayê de, hevjîn û zarokên peymanêrê Al Jazeera yê bi navê Wael Dahdouh jiyana xwe ji dest dan. Dahdouh ragihand ku jin û zarokên wî di malekî li başûr de bûne û di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane. Peyamnêr piştî Îsraîlê xwestiye kampapenaberan vala bikin, malbata xwe biriye xaniyekî li başûr lê dîsa jî ji mirinê rizgar nebûn.
Dema Îsraîlê li kampa penaberan li Nuseyratê ya Şerîda Xezzayê xistiye, zarok û hevjîna peyamnêrê Al Jazeerayê hatine kuştin.
Dahdouh,cenazen jin û zarokên xwe li ber çavên xwe dît û got ku Îsraîl tola xwe ji zarokan hiltîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin