PeyamaKurd – Milîtanên Talibanê li Afganistanê êrîş birin ser qereqoleke cerdevanan li navçeya Faizabad a bakurê parêzgeha Cuzcanê.
Qeymeqamê navçeya Faizabadê Alif Şah ragihand ku di encama êrîşê de, 7 cerdevanan can daye.
Alif Şah ji medyayê re da xuyakirin, milîtanan êrîşî ser qereqola gundê Bizgekê kiriye û di encama şer û pevçûna sê demjimêran de, yek ji wan fermandar 7 cerdevanan can daye.
Talibanê hîn berpirsiya êrîşê li xwe negirtiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin