Li Afganîstanê êrîsa li dijî qereqolê: 14 kes hatin kustin!

Li Afganîstanê êrîsa li dijî qereqolê: 14 kes hatin kustin!

PeyamaKurd- Li Bakurê Afganîstanê, hêzên Talîbanê êrîşî qereqoleke leşkerî kirin. Piştî êrîşê şer derket û di encama şer de, 8 leşkerên Afganîstanê û 6 çekdarên Talîbanê hatin kuştin.

Berdevkê Rêvebiriya Ewlehiya Kunduzê Enamuddîn Rahmanî di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de Rahmanî got ku li gundê Tacîd Kişlakê ya navçeya Daştî Arçiyê êrîş hatiye ser qereqolê. Di vî şerî de 8 leşker hatine kuştin û 5 jî birîndar in. 6 çekdarên Talîbanê jî hatine kuştin.

Di van demên dawî de êrîşên Talîbanê zêde bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin