PeyamaKurd - Hewldana êrîşeke bi droneyan li Hewlera paytexta Herêma Kurdistanê di saetên êvarê de pêk hat.
Yekîneya Dijî Terorê ya Kurdistanê ragihand ku 8 dronên ku di êrîşê de hatine bikaranîn hatine bêbandorkirin.
Daxuyaniya fermî nîşan da ku hewldana êrîşê bi saya aktîvkirina pergalên ewlehiyê bêyî ku ti qurbanî hebin hatiye astengkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "8 dronên teqemenî ji aliyê pergalên parastinê yên Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ve di hewayê de hatin tespîtkirin û îmhakirin."
Rêveberê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlerê Ehmed Hoşyar diyar kir ku ji ber êrîşê tu astengî di geştên asmanî de çênebûye û geşt wekî normal berdewam dikin.