Di êrîsa ser girtîgehê de bi qasî 900 girtî reviyan

Di êrîsa ser girtîgehê de bi qasî 900 girtî reviyan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li herêma Kuje ya Nîjeryayê piştî êrîşeke ser girtîgehekêbi qasî 900 girtî ji girtîgehê reviyan.

Li gorî daxuyaniya Sekreterê Wezareta Navxwe ya Daîmî Shuaibu Belgore, şeva borî li herêma Kuje êrîşek li dijî girtîgehekê pêk hatiye û piştî êrîşê jî bi qasî 900 girtî reviyane û ji wan girtiyan zêdetirî 300 kes hatine desteserkirin.

Belgore daya zanîn ku li girtîgehê 994 girtî hebûn û ji bo desteserkirina girtiyên reviyayî xebatên lêgerînê didomin.

Hat diyarkirin ku di wê êrîşê de ku tê texmînkirin rêxistina Boko Heram a girêdayî El Qaîdeyê kiriye de, karmendekî ewlehiyê hatiye kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin