PeyamaKurd – Li Afrîkayê li bakûrê Bûrkîna Fasoyê di êrîşeka terorî de herî kêm 100 sîvîl jiyana xwe can. Li gor ragihandina ajansa Bûrkîna Fasoyê AIB yê li bakûrê welat li devera Sahelê li gundê Yaghgayê duhî bi şev êrîşkerên avêtin ser gund, bi sîlihan reşandin ser gundiyan û der û dorên wan.
Êrîşkeran agir berdan xaniyên gund û bazara wan jî. Serokkomarê Bûrkîna Fasoyê Roch Kabore, ji îşev û pê de şînekî bo 3 rojan ragihand.
Êrîşên weha ji sala 2015 an heya niha dewam dikin. Li gor rêjeyên Neteweyên Yegirtî bi sedema êrîşên ser leşker û sîvîlan, di nav welat de di ser 1,1 mîlyon kesan de cîh guhertine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin