PeyamaKurd- Li Rûsyayê li bajarê Mtsenskê di fabrîkeyeka metale de teqîn çêbû û di encamê de 2 kes ji wan Tirk 5 kes jiyana xwe ji dest dan. 3 kesên dinê Rûs in. Di teqînêde birîndar jî hene. Fabrîka hêj dihat avakirin ku tê de teqîn çêbû. Sedema teqînê weka xaza ku gihîştibû hat nîşandan.
Wezîfedarên sefareta Tirkiyê ya Moskovayê birîndarên Tirk ziyaret kirin û ragihandin ku bo hemû alîkariyan amade ne.Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu jî li birîndaran geriya û got çi ji destê wan were dê bo wan bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin