PeyamaKurd – Li Sûriyê li bajarê ber Derya Sipî li bajarê Banyasê di santrala termîk de teqînekî çêbû û di encamê de 3 karker mirin.
Teqîn di tanka hîdrojenê de çêbû. Li ser teqînê şîrketa elektrîkê ya Alaa Sawda daxwuyanî da û got:
“Di santrala termîk ya bajarê Banyasê de, di wexta tamîra tanka hîdrojenê de, di dema ku vana şamandara tankê de guherîn dikirin taqîn çêbû û di encamê de 3 karker mirin. Xebata îtasyonê dewam dike û zerarê nediye.”
Santrala li Banyasê dikeve rojavayê bajarê Tartûsê û yek ji santralên termîk yên mezin yê Sûriyê ye.