Di hezîna Fîlîpînê de hejmara candanan gihîst 54an

Di hezîna Fîlîpînê de hejmara candanan gihîst 54an

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku hejmara candanên hezîna axê ya ku Sêşema borî li bajarê Macoyê yê parêzgeha Davao de Oro ya Fîlîpînê pêk hatibû gihîştiye 54an.

Rayedarên Fîlîpînê dane zanîn ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hîn jî didomin û diyar kirin ku hejmara kesên winda bûne 63 ye.

Rayedarê parêzgeha Davao de Oro Edward Macapili ragihand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ku ji ber barana zêde, heriya pir û metirsiya şemitîna axê ji bo demekê hatibûn rawestand vê sibehê ji nû ve hatine destpêkirin û got: "zêdetirî 300 kesên pisporê lêgerînê beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûne."

Macapili da zanîn ku li gel xebatên lêgerîn û rizgarkirinê têne domandin jî ne pêkan e ku mirov xwe bigihîne kesên sax û dom kir: "Çiqas zor be jî, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bi hemû hêza xwe karên xwe dimeşînin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin