Di lutkeya Koreyê de peyman hate îmzekirin!

Di lutkeya Koreyê de peyman hate îmzekirin!

PeyamaKurd- Peymana di navbera Koreya Bakur û Başûr de hate encamkirin. Bi vî rengî nîvgirav wê ji çekên nukler were paqijkirin.

Piştî demeke dirêj her du dewletên Koreyê li ser aşîtî û aramiya herêmê li hev hatin û serokên her du dewletan diyar kirin ku ji vir pê de êdî li nîvgiravê şer dernakeve.

Ji xeynî van jî hat ehdkirin ku ji vir pê de êdî çekên leşkerî wê werin kêmkirin, dijmintî û neyartî wê were xilaskirin û bi dewletên wekî Amerîkayê re bêhtir hevdîtinên aşîtî werin kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin