Hevpeymaniya Xiristiyan êrîş şermezar kir: Pêşmerge mertalê parastina pêkhateyan e

Hevpeymaniya Xiristiyan êrîş şermezar kir: Pêşmerge mertalê parastina pêkhateyan e

Hevpeymaniya Xiristiyanan li Iraq û Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyekê êrîşên moşekî yên rejîma Îranê li ser bargehên Hêzên Pêşmerge li devera Soranê bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev êrîşa moşekên balîstîk ku bûye sedema şehîdbûna 6 Pêşmergeyan û birîndarbûna 30ên din, êrîşeke "stemkarane" ye li dijî hêzeke neteweyî û destûrî ya ku her dem ji bo gelên herêmê mertalê parastinê bûye.

Hevpeymaniyê bal kişand ser rola dîrokî ya Pêşmerge di parastina Xiristiyanan û pêkhateyên din de, bi taybetî di şikandina efsaneya DAIŞê de û anî ziman ku cihê mixabiniyê ye ku li şûna xelatkirina Hewlêrê ku her gav pirek bûye bo aştiyê, qada pevçûnan bo vê devera aram tê veguhestin.

Hevpeymaniya Xiristiyanan piştgiriya xwe ji bo peyama Papa Leoyê 14ê ya ji bo rawestandina şer nîşan da û bangeke lezgîn li civaka navneteweyî kir. Hevpeymaniyê bang li Hikûmeta Federal a Iraqê, Neteweyên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê kir ku li hember van binpêkirinên li ser serweriya Herêma Kurdistanê bêdeng nemînin û helwesteke zelal nîşan bidin.

Herwiha hat destnîşankirin ku divê sînorek ji bo van êrîşan bê danîn da ku jiyana sivîlan û aramiya herêmê bê parastin û hat gotin, Pêşmerge ne tenê parêzvanê axê lê belê parêzvanê bingehîn ê bihevrejiyana pêkhateyan e.

https://peyamakurd.info/uploads/editor/2026/03/20e591ca-2031-4081-8e44-2c72acab9d40.webp