Li Diyarbekirê êrîşên Îranê yên li dijî Pêşmergeyan hatin şermezarkirin

Li Diyarbekirê êrîşên Îranê yên li dijî Pêşmergeyan hatin şermezarkirin

PeyamaKurd - Partî û rêxistinên siyasî yên Kurdî li Diyarbekirê, li hemberî êrîşên dawî yên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê, çalakiyeke protestoyî ya bi hêz li dar xistin.

Îro (25ê Adara 2026an), nûnerên HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎNê û kesayetên serbixwe li Qada Şêx Seîd kom bûn û peyama hevgirtinê dan.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş de ku bi Kurdî û Tirkî hat xwendin, bal hat kişandin ser êrîşa mûşekî ya li dijî Hêzên Pêşmerge. Hat destnîşankirin ku Îranê bi dron û mûşekan li herêma Helîfanê ya navçeya Soranê, yekîneyeke Pêşmerge hedef girtiye û di encamê de 6 pêşmerge şehîd bûne û 30 pêşmergeyên din jî birîndar bûne. Partiyên Kurdistanî ev kiryar wekî “tawaneke li dijî mirovahiyê” pênase kir.

Banga li Neteweyên Yekbûyî 

Beşdarên çalakiyê tekez kir ku êrîşên Tehranê binpêkirina eşkere ya serweriya xakê û hiqûqa navneteweyî ne. Di daxuyaniyê de bangeke lezgîn li Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin ku li hemberî êrîşkariya Îranê bêdeng nemîne û tedbîrên pêşîlêgirtinê bigire. Her wiha peyama hevgirtina neteweyî bi gelê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê re hate dubarekirin.

Polîsan hewl da ku dest deyînin ser Alaya Rengîn 

Hat ragihandin ku tîmên Midîriyeta Polîsan a Diyarbekirê hewl daye ku rê li ber civîna çapemeniyê bigirin û bi taybetî xwestine Alaya Kurdistanê ya li qadê kom bikin. Lê belê, beşdarên çalakiyê li dijî vê hewldanê li ber xwe da û alayên xwe radestî polîsan nekirin, bi vî awayî daxuyaniya xwe temam kirin.