Di mesela mîrasê de birayê xwe kuşt

Di mesela mîrasê de birayê xwe kuşt

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Çorumê li navça Uğurludağê ji ber pirsgirêka mîrasê di navbera du birayan de şer derket û di encamê de birayê bi navê Mehmet Ü. hat kuştin.

Kuştin do ber destê êvarê çêbû. Li taxa Tutpınarê li ser mesela mîrasê di navbera du birayên bi navên Ziya Ü. û Mehmet Ü. de munaqeşe çêbû. Di munaqeşê de birayê bi navê Ziya Ü. bi demançê li birayê xwe Mehmet Ü. xist û wî birîndar kir.

Li ser agahdarkirina polîsan tîmên tenduristiyê bi wan re çûn ciyê bûyerê û birîndar bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya Uğurludağê.

Mehmet Ü. li nexweşxanê can da. Birayê kujer yê bi navê Ziya Ü. reviya lê polîs wî girt û li baregeha asayîşê sitendina îfadên wî dewam dike.