Di navbera Fransa û Rûsya de guhertina casûsan hat kirin

Dîroka Weşanê :
Di navbera Fransa û Rûsya de guhertina casûsan hat kirin

PeyamaKurd – Serwîsa Xizmeta Ewlehiya Federal ya Rûsyayê (FSB) ragihand ku di çarçova guhertina zîndaniyan de ya bi DYA re hatibû kirin de, sporvanekî basketbolê yê Rûsya û hemwelatiyekî Fransayê bi hev guhertine û wan serbest berdane.

Daniil Kasatkin, dageriya welatê xwe Rûsyayê û Laurent Vinatier îadeyê Fransayê kirin. FSBê got:

“Hemwelatiyê Rûsyayê yê li Fransayê girtî ku ji aliyê DYA de berdana wî hatiye xwestin, sporvanê basketbolê Daniil Kasatkin anîn Rûsyayê. Li beranberê wî hemwelatiyê Fransayê yê di sala 1976an de hatiye dinyayê Laurent Vinatier hat guhertin. Vinatier, di dezga civaka sîvîl ya ku armanca wê pere nîne, xebatkarê Navenda Diyaloga Mirovî ya Îsvîçre ye û agahiyên teknîkî dida hev.”