Di navbera Tirkiyê û Malezya de 7 peyman hatin îmzakirin

Dîroka Weşanê :
Di navbera Tirkiyê û Malezya de 7 peyman hatin îmzakirin

PeyamaKurd – Di navbera Tirkiye û Malezya de, bi amadebûna serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokwezîrê Malezyayê Enwer Îbrahîm de, li Kulliya serokkomariya Tirkiyê, bo xwurtkirina pêwendiyên her dû welatan 7 peymanan îmza kirin.

Peyman piştî civîna konseya hevkariya stratejik ya her dû welatan hatin îmzakirin. Di civîna konseyê de, Erdoğan û Îbrahîm peymana avakirina konseya stratejik îmza kirin û civîna ewilî kirin.

Di nav 7 peymanan de mijarên ku li ser wan peymanan girêdane ev in:

-Hevkariya di xwendina bilind de,

-Li hevkirina di mijara veberhênan û fînansê de,

-Hevkariya di krediya îxracatê de (bankayên navendî),

- Hevkariya di seha aboriyê û lêkolînên civakî de,

- Di çarçova sanyiya bergiriyê de, tersanên DESANê û wezareta karên navxwe ya Malezyayê de peymana keştiya wezîfa piralî,

- Hevkariya di seha agahî û teknolojiya danûstendinan de.