PeyamaKurd – Di navbera Turkmenistan û Neteweyên Yekgirtî de 26 peymanên cuda hatin îmzekirin. Wezareta karên derve ya Turkmenistanê bi nivîskî ragihand ku li avahiya wezareta karên derve ya li Aşkabatê, di navbera dezgeyên giştî û Bernama Geşepêdanê ya NY (UNDP), Fona Nufusê ya NY (UNFPA), Fona Alîkariya Zarokan ya NY (UNICEF) û heyetên Turkmenistanê de merasima îmzan hat lidarxistin.
Di merasimê de, di navbera Turkmenistan û NY de di seha aborî, tenduristî, perewerde, medya û sehayên din yên girîng de 26 peyman hatin îmzekirin. Di nav peymanan de xebatên hevpar yên proje û xebatan yên ji bo salên navbera 2023-2025an hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin