Di operasyona hewayî ya Nîjerya de 10 sîvîl hatin kuştin

Di operasyona hewayî ya Nîjerya de 10 sîvîl hatin kuştin

PeyamaKurd – Li Nîjeryayê di operasyona hewayî de ku goya dikirin ser grûbên tundrew, bi şaşî li sîvîlan xistin û di encamê de 10 sîvîl hatin kuştin.

Li gor çapemeniya Nîjeryayê; li eyaleta Sokoto, rêxistina ku nûh derketiye bazarê ya bi navê Lakurawayê, artêşê operasyon kir serê. Di encamê de ji bilî 10 kuştiyên sîvîl gelek kes jî birîndar bûn.

Seroke herêma Silame ya bi ser eyaleta Sokoto Abubakar Muhammad Daftarana bûyerê herifîner bi nav kir û got:

“Dema bombe ketin ser xelkê, gundî bi aramî û hûzûr rûdiniştin, bêguneh bûn û aştîxwaz bûn.

Li Nîjerya bi deh salaye ku li hinek deveran rêxistinên wekî ISWAP û Boko Haramê êrîş dibin ser xelkê û bi dewletê re şer dikin.

Ev nivîs 68 car hatiye xwendin.