PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Aksarayê malbata ku diçû tatîla Remezanê, qeza kir. Di qezayê de otomobîla malbatê wergeriya û di encamê de bav Ömer Koç (38) jiyana xwe ji dest da. Jina wî Zeliha Koç û 4 kurên wê birîndar bûn.
Qeza li dora 16.30an de li ser rêya bajarên Aksaray- Nevşehirê li nêzî gundê Yalmanê çêbû. Malbat ji Îstenbolê diçû bajarê Nevşehirê.
Dema tîmên tenduristiyê çûn ciyê qezayê, dîtin ku bav Ömer Koç wefat kiriye, Zeliha Koç (36), kurên wan Yiğit Koç (12), Eyüp Ensar Koç (11), Alpaslan Koç (5) û Yunus Emre Koç (1) birîndarin û wan bi ambûlansan birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Aksarayê.
Hat gotin ku jiyana Zeliha Koç û kurê wê ya Yiğit Koç di xeterê de ye. Cenazê Ömer Koç birin morgê.