Di rabûna lehiyê û heza erdê de 4 kes mirin û yek jî birîndar bû

Di rabûna lehiyê û heza erdê de 4 kes mirin û yek jî birîndar bû

PeyamaKurd – Li welatê Meksîkayê li eyaleta Baja California bi sedema barîna barana zêde û çêbûna firtûnê de di encamê de lehî rabû û hez li erdê ket. Li bajarê Tijuana di dema firtûne rabû de xaniyekî loşiya û 2 keçik di bin de man û can dan. 2 kes jî di rabûna lehiyê de fetisîn. Kesekî di roxandina xanî de ma lê bi birîndarî hat rizgarkirin.

Bi sedema lehiyê û heza erdê li bajarê Tijuana hinek xanî xerabûn, gelek dar û dîrekên elektrîkê qelibîn. Niha ji bo 87 hezar malan elektrîk nayê dayîn. Li eyaleta Baja Californiayê li jîngehên Tijuana, Plajas de Rosarito, Ensenada, San Quintin û Tecate navbera dan perwerdê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin