Di salona dawetê de şewat: 22 kes mirin

Di salona dawetê de şewat: 22 kes mirin

PeyamaKurd - Li paytexta Kongoya Demokratîk Kinşasayê, di saloneke dawetê de ji ber sedemeke nayê zanîn şewat derket.

Di encama şewatê de li gorî zanyariyên destpêkê 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn ku birîndar rakirin nexweşxaneyên bajar.

Piştî bûyerê Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Navxwe yê Kongoyê Jacquemain Shabani ferman da ku li seranserê welat hemû salonên dawetê û cihên çalakiyên giştî ji aliyê ewlehiyê ve bên kontrolkirin.

Shabani ragihand ku cihên standardên ewlehiyê pêk nayînin dê bên tespîtkirin û girtin.