PeyamaKurd – Tankêrên ku petrola Iraqê di ser Sûriyê de dibin Banyasê, di nav Sûriyê de êrîşên ser wan dikin, her diçe êrîş zêde dibin û pêdiviya tedbîrên asayîşê bi xwe re tîne.
Êrîşên herî zêde li devera Dêrezorê dibin û heya niha zêdetirê ji 5 tankêran şewitandine. Rûdanên weka wan di xetta Hasekê-Reqa de jî çêdibin û di şandina di rêya Tartûsê de, di encama qezayan de şewat dertên.
Hat ragihandin ku xelk û eşîretên deverê ji bo balê bikşînin ser daxwazên xwe, nahêlin tanker derbas bibin û erebeyan dişewitînin.
Ji piraniya rûdanan grûbên cîh berpirsin û ji rûdanan heya niha IŞİDê tenê yek kiryarekî girtiye ser xwe. Bi sedema talûka ewlehiyê, êdî alavên zirxî parastina tankêran dikin.
Tankêrên ku ji Kerkûkê, Beycî û Erbîlê derdikevin ser rê, petrolê dibin rafîneriya Banyasê ya peravê Derya Sipî. Petrolê di rafîneriyê de ji hev vediqetînin û depo dikin. Ji wir jî di rêya keştiyan de dişinin bazara Ewrûpayê.
Tê gotin ku şandina petrola Iraqê ya di rêya bejayiyê de ku hukumeta Iraqê tercîhê dike, weka kiryarekî stratejik xwuya dike.