PeyamaKurd – Li welatê Papua Gîneya Nû, di navbera du qebîleyan de nîqaş derket.
Piştî ku nîqaşa di navbera herdu qebîleyên Sakar û Piandeyê de mezin bû, li nêzî kana zêr a devera Porgera ya Papua Gîneya Nû şer û pevçûn derket.
Tevî ku hewlên aştiyê bo lihevanîna herdu qebîleyan hatin dayîn jî şer û pevçûn çêbû û li gorî zayanyariyên polîsê Papua Gineya Nû zêdetirî 30 kes ji herdu aliyan hatin kuştin.
Piştî bûyerê li herêmê qedexeya derketina derve hate ragihandin û xebatên kana zêr jî hatin rawestandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin