PeyamaKurd - Li bajarê Gilgil ê Kenyayê ku nêzîkî 100 kîlometreyî li bakurê paytext Nairobiyê ye, karesateke mezin rû da.
Bi dema herêmî saet derdora 03:30ê nîvê şevê, ji ber sedemeke nediyar agir bi wargeha xwendekaran a li Dibistana Keçan a Utumishiyê ket.
Li gorî zanyariyên fermî yên ku ji aliyê çavkaniyên polîsan ve hatine piştrastkirin, di vê şewata mezin de herî kêm 16 xwendekarên keç jiyana xwe ji dest dan û 73 kesên din jî birîndar bûn.
Di dema rûdanê de, tîmên Xaça Sor a Kenyayê bi lezgînî gihîştin cihê bûyerê û beşdarî karên rizgarkirin û veguhastina birîndaran bo nexweşxaneyan bûn.
Wezîrê Karên Hundir ê Kenyayê Kipchumba Murkomen tevî rayedarên polîsan serdana dibistanê kir. Serokê Daîreya Lêpirsînên Krîmînal Muhammed Amîm jî ragihand ku wan ji bo tespîtkirina sedema şewatê lêpirsîneke hûr daye destpêkirin.