PeyamaKurd - Li başûrê parêzgeha Kerkûkê di encama teqîna bombeyeke vedayî de bi hêzên artêşa Iraqê de, efserekî payebilind ê bi pileya "Emîd" û leşkerek hatin kuştin, her wiha du leşkerên din jî bi giranî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku bûyer li Wadî Zixeytûnê di dema birêveçûna operasyoneke pişkinîn û paqijkirina heremê de qewimiye.
Li gorî agahiyan ev operasyona pişkinînê piştî ku duh firokeyên şer li heman herêmê çend veşartgeh û kozikên paşmayên çekdarên DAIŞê bombebaran kiribûn.
Piştî teqînê, hêzên ewlehiyê herêm xistin bin kontrolê û birîndar ligel termên kuştiyan bo nexweşxaneyên bajarê Kerkûkê veguhastin.