PeyamaKurd - Li gorî nûçeya ajansa nûçeyên fermî ya Îranê IRNAyê, li girava Keşmê ya ku li nêzîkî deriyê bakur ê Kendava Umanê ye, dengê 4 teqînan hatiye bihîstin.
Her çend sedema rast a teqînan hîn jî nehatiye zanîn, lê nûçegihanê IRNAyê da xuyakirin ku xuya ye hinek nuqteyên li giravê hatine armanckirin.
Rayedarên herêmî û berpirsên parêzgeha Hormozganê heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyaniyeke fermî nedane.
Di vê navberê de, li bajarên Bender Ebas û Sîrikê yên girêdayî heman parêzgehê jî dengê teqînan hatine bihîstin, lê hate ragihandin ku ev deng bi çalakiyên hêzên Îranê yên li herêmê ve girêdayî ne.