PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ragihand ku hejmara qurbaniyên teqîna ku di otobuseke giştî de li xaçerêya Rawdayê ya li bajarê Ceramana yê li gundewarê Şamê pêk hatibû, bi kuştî û birîndaran ve gihîştiye 16 kesan.
Di daxuyaniya wezaretê de hat destnîşankirin ku ev amara belavbûyî hejmara destpêkê ye û ji ber giraniya birîna hin birîndaran fikar hene ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.
Tîmên bijîşkî û yên hawarçûnê xebatên xwe yên li herêmê û nexweşxaneyan berdewam dikin.
Li ser medyaya civakî platform û hesabên cuda daxuyaniyek belav kirin û hat diyar kirin ku komeke bi navê "Minbar Ensar El Resûl" (Platforma Piştgirên Pêxember) berpirsiyariya vê êrişa bi bombeyê girtiye ser xwe.
Tevî van îdîayan û daxuyaniya vê komê, heta niha ji aliyê saziyên fermî û rayedarên pêwendîdar ve derbarê nasnameya sûcdaran û paşxaneya bûyerê de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.