Di tesîsa kimya de şewat derket: 1 mirî û 130 birîndar

Di tesîsa kimya de şewat derket: 1 mirî û 130 birîndar

PeyamaKurd – Li Rûsyayê li Rojhilatê welat li herêma Amurê, di kompleksa gaz-kîmyayê de ku avakirina wê dewam dike, agir bi tesîsê ket û di encamê de kesekî mir û 130 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku di şewata tesîsê de, xebtakarê Çînî jiyana xwe ji dest daye, ji birîndaran 19 kes li nexweşxanê derman dibin û xebata vemirandina şewatê dewam dike.