Di turikê sanda Tirkiyê ya li Amerikayê ye YPG heye

Di turikê sanda Tirkiyê ya li Amerikayê ye YPG heye

PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar û wekîlê Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) Patrick Shanahan li hev civiyan.

Doh li Wasingtonê, Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar bi wekîlê Pentagonê Patrick Shanahan re hevdîtin kir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser naveroka civînê ragihandiye, di civînê de behsa rewşa Sûriyê, şerê DAIŞê û fikarên Tirkiyê yên li hember alîkarîkirina YPGê ji aliyê Amerîka ve hatine axaftin.

Hat gotin ku di civînê de, sorekê artêşa Tirkiyê Yaşar Guler û serokê artêşa Amerîka Joe Dunford jî beşdar bibûn.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê de behsa nêrîn û daxuyaniyên şanda Amerîka nehatiye kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin