Dibe parlementerê İYİ Partiyê yê Dîlokê Mustafa Gurban bikeve nav AKPê

Dibe parlementerê İYİ Partiyê yê Dîlokê Mustafa Gurban bikeve nav AKPê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku parlementerê bajarê Dîlokê (Gaziantep) yê İYİ partiyê Mehmet Mustafa Gurban ji partiya xwe îstîfa xwe kiriye û dê tevlî AKPê bibe. En îdîa li kûlîsa Ankara di navbera siyasetvanan de digere.

Gurban, temamê ragihandinên xwe yên di ser hesabê xwe yê medya civakî de jê biriye û rayedarên İYİ Partiyê nikarin pê re têkiliyan deynin. Gurban, her weha telefonên xwe jî girtiye.

Berdevkê İYİ Partiyê Buğra Kavuncu ragihandiiye ku ew nikarin xwe bigihînin Gurban, du cara telefona wî kiriye lê xwe negihandiyê.