“HSD her wext rêz li rêvebiriya herêma Kurdistanê girtiye”

“HSD her wext rêz li rêvebiriya herêma Kurdistanê girtiye”

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk li ser pevçûna navbera YPG ê û Pêşmerge ya di 16 ê mehê de çêbû, bo çapemeniyê ragihandinan kir. Li gor HSD ê li Sihêla bo demekî kurt pevçûnekî çêbûye û ragihandina wan weha dewam dike:

“HSD rêxistinekiye ku her wext bo rêvebiriya Herêma Kurdistanê rêz girtiye.”

HSD ê bo çapemeniyê bi awayekî nivîksî peyama xwe da û di peyama xwe de weha dibêje:

“Hîç yekîneyekî bi ser HSD ê ve, di nava şerê li dijî Pêşmerge de ciyê xwe negirtiye. Ji roja li hemberê DEAŞ ê şer destpêkiriye, di navbera HSD ê û Pêşmerge de koordinasyon heye. Welew carna hinek problem çêbûbin jî di demeke kurt de çareser bûne.”

HSD dibêje ku bûyera di 16 ê mehê de li Sişhêla çêbûye şaş hatiye ragihandin û şaş hatiye fêmkirin. HSD weha dewam dike:

“Bûyera ku çêbû bi sedema kêmasiya koordinasyona navbera her dû aliyan çêbûye. HSD di her wextê de gotiye ku ji rêvebiriya herêma Kurdistanê re rêz digre. Yekîneya me li hemberê DEAŞ ê bo alîkariya operasyonê bike çûye wezîfa xwe temam kiriye û di wexta dageriyaye, ji aliyê hêzên pêşmerge de hatiye dorpêçkirin. Demeke kurt şer çêbûye û kanalên me yên dayîn û sitendinan ketine dewrê û kirine ku yekîneyên me bi ewlehî bigihên baregeha xwe.

Em weka HSD ê car din girîngiya koordîasyona her dû aliyan tînin ziman. Koordînasyona ku çêbibe bo di pêşde bûyerên weha neqewimin dê pêşî li wan bigre. Wê ev, bo ewlekariya sînor xizmetê bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin