PeyamaKurd - Dadgeha Tirkiyê serîlêdana parêzerên Selahattîn Demirtaş ya tehliyekirinê red kir.
Parêzerên Demirtaş îro 30yê Mijdarê ragihandibûn ku wan tercumeya biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji Wezareta Dadê û dadgeha Enqereyê re rê kiriye û gihîştiye ber destê wan.
Parêzeran ji dadgehê daxwaz kiribû ku Demirtaş li gor biryara DMMEyê derhal were tehliyekirin.
Hat zanîn, Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê her çiqas biryara DMMEyê wekî biryareke li gor qanûnên Tirkiyê were cîbicîkirin qebûl kir jî bi sedema ku hîn biryara DMMEyê ya derbarê Demirtaş de, negihîştiye encama dawî biryar da Demirtaş girtî bimîne û tehliyekirina wî red kir.
Dadgehê herwiha ji Wezareta Dadê nivîs xwest ku hîn bibe, ka biryara DMMEyê teqezî ye yan na.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin