PeyamaKurd – Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) bi zarê rayedarên Amerîkî îdia kir ku Konseya Ewlekariya Netewî ya Koşka Spî ji Wezareta Berevaniyê (Pentagon) ji bo êrîşa dijî Îranê plana şer xwestiye.
WSJê di nûçeya xwe ya derbarê mijarê de da zanîn ku dezgeha Konseya Ewlekariya Netewî ya di bin serokatiya John Bolton de, mijara şerê Îranê daniye ser masê û ji Pentagonê jî daxwaza bijardeya şer kiriye.
Di nûçeyê de herwiha tê diyarkirin ku Pentagonê jî li ser daxwazê planên êrîşên Îranê ji Konseya Ewlekariyê re şandine, lê hîn nayê zanîn bê Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê mijarê de agahdar e, yan na.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin