PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, wan ji bo rê li ber rêkirina pereyên hukimetê yê ji bo PKKê bigirin, dest danîn ser şaredariyen HDPyê.
Min ji bo hilbijêrên HDP negotîya terorîst.
Erdogan li Koşka Serokomariyê axifî û da zanîn, ku şaredarên HDPê pereyên hikûmetê ji PKKê re dişandin. Ew jî neçar man dest deynin ser şaredariyan û di encama diyarkirina qeyyûman de, bajarên bakurê Kurdistanê ji nû ve ava bûn û pêş ketin.
Erdogan diyarkir: “Xendekên li bakurê Kurdistanê hatin kolandin welatê me rezîl û perîşan kirin. Me jî di çarçoveya yasayan de dest danî ser şaredariyan û qeyyûm diyar kirin. Lewra em nikarin bi kesên ku pereyên hikûmetê ji Qendîlê re rêdikin kar bikin. Bi riya qeyyûman bajarên bakurê Kurdistanê ji nû ve ava bûn û xelk gihiştin bextewariyê. Ev cûdakarî nine. Yên ku xendekan dikolin cûdakariyê dikin”.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin