PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Koşka Serokomariyê ya li Enqereyê rêvebir, rahêner û lîstikvanên wan tîmên futbolê ku derbasî Lîga Super bûne qebûl kirin.
Di nav şandeyên mêvan de rêveberiya Amedsporê jî cih girt û di merasîmê de Serokê Amedsporê Nahît Eren û çend berpirsên din ên tîmê amade bûn. Di vê hevdîtinê de Nahît Eren û şandeya pê re formaya Amedsporê ya bi rengên kesk, sor û zer pêşkêşî Erdogan kirin.
Amedsporê di serdem û demsala borî de serkeftineke dîrokî bi dest xistibû û derbasî Lîga Super a Tirkiyeyê bûbû. Ev serdana şandeya Amedsporê û diyarîkirina formayê di nav raya giştî û alîgirên futbolê bi baldarî hat şopandin.